Îlon 17, 2020 13:34 Asia/Tehran
  • Jin û zarokên DAIŞiyan ên li Kampa Holê hewl dan di nav tankerekê de birevin

Jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên li Kampa Hol a rojhilatê Sûriyê hewl didin bi rêyên qaçax ji wê kampê birevin. Asayişa herêmî jî çavdêriya ser kampan tund kiriye.

Girte vîdyoyek belav bûye ku tê de tê dîtin, jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên li Kampa Holê hewl didin bi rêya tankêrekê derkevin derveyî kampê.

Lêbêlê hêzên emnî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi wê hewla revê hesiyan û ew jin û zarokên di nav tankêrê de derxistin.

Ew hewla revê jî roja 11ê vê mehê bûye. Li tenişta tankerekê deriyekî biçûk hatibû vekirin û dîsa hatibû girtin û tanker hatibû boyaxkirin bo ku hest bi hebûna deriyê hatiye vekirin neyê kirin. Lê asayiş pê hesiya û bi zehmetî ew deriyê li tankerê vekir.

Di girte vîdoyêy de jî tê dîtin ku ew zarok ji ber kêmiya oksîjen bi awayekî nîv hiş ji nav tankerê hatin derxistin ku eger hinek din derengtir pê hesiyaban dibe ku jiyana xwe ji dest daban.

Piştî derxistina zarokan, hejmareke jin jî ji nav tankerê hatin derxistin ku ew jî bi heman şêwe rewşa tendirustiya wan têk çûbû. Ji tankerê 6 zarok hatin derxistin ku temenê hemûyan li jêrî 8 sal bû.

Serepeyv