Îlon 16, 2020 11:11 Asia/Tehran
  • Hikmet Hebîb:

Hikmet Hebîb eşkere kir ku MSD`ê di hevdîtinên dawîn ên bi rayedarên Rûs re, cidiyet û erêniyeke baş dîtiye. Hebîb destnîşan kir ku di qonaxa bê de bi encamên li ser erdê, dê ev cidiyet bê dîtin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Şaneyeke Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di 28`ê Tebaxa borî de serdana paytexta Rûsya Moskovê kiribû û bi "Partiya Vîna Gel" re muzakereyeke lihevkirinê pêk anîbû.

Şandeya MSD`ê ji Seroka Desteya Rêber a MSD`ê Îlham Ehemd, cîgirê wê Hikmet Hebîb, Hevserokê "Partiya Yekitiya Suryenan" Senherîb Barsûm û nûnerê MSD`ê li Misirê Sîhanok Dîbo, pêk dihat. Piştî pêkanîna muzakereya lihevkirinê ku di civîneke çapemeniyê ya Îlham Ehmed û Sekerterê Partiya Vîna Gel Qedrî Cemîl de pêk hat, şandeya MSD`ê û Vîna Gel bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anî.

Têkildarî date û encamên serdanê, Cîgirê seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Hikmet Hebîb ji ANHA`yê re wiha axivî: "Serdan li ser vexwendina Wezareta Derve ya Rûsyayê pêk hat. Dan û standinên domdar bi Partiya Vîna Gel re hebûn, ku bi muzakereya lihevkirinê bi encam bûn û yek ji xebatên ku li paytexta Rûsyayê pêk hatine bû."

Hebîb eşkere kir ku Fermandariya Rûsyayê hin nêrînên şaş li ser MSD`ê girtibûn ku bi rêya hin aliyan hatibûn ragihandin û got: “Me di serdana xwe de projeya MSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zelal kir û me di kesayeta birêz Lavrov de fermandariya Rûsya ji rastiya rewşê agahdar kir û jê re behsa projeya niştîmanî ya parastina yekkirina xaka Sûriyê kir."

Hebîb wiha domand: "Me tekezî bi gelek xalên girêdayî projeya MSD`ê ya çareserkirina aloziya Sûriyê kir. Ya sereke ew bû ku; MSD ji diyaloga bi hemû aliyên Sûriyê (hikumeta Şamê û opozisyonê) re vekirî ye. Her wiha bal li ser dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê re hat kişandin û destdirêjiyên Tirkiyê ku piştî peymanên bi Rûsya û Tirkiyê re pêk hatin, pêkneanîna Tirkiyê ji peymanan re û binpêkirinên li dijî gelên herêmê hatin nîqaşkirin. Sedemên beşdarnebûna nûnerên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civînên siyasî yên berê de û rêbazên beşdarbûna di civînên qonaxa bê yên girêdayî çareserkirina aloziya Sûriyê de, mijareke nîqaşê bû."

Girêdayî Helwesta Wezareta Derve ya Rûsyayê, Hebîb wiha got: "Di civînên pêk hatine de, me cidiyet di helwesta hikumeta Rûsyayê de dît. Rayedarên Rûs êdî bawer in ku çalakiya siyasî bêyî beşdariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve naçe."

Hebîb di wê derbarê de ev dîtin parve kirin: "Diyalog erênî bû. Me di hevdîtinên xwe de cidiyeta hikumeta Rûsyayê dît, êdî ew bawer dikin ku divê çareseriyeke ku şerê Sûriyê bi dawî dike, bê dîtin. Her wiha gihîştin wê baweriyê ku projeya Rêveberiya Xweser û nenavendîbûn, projeya çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Xuya bû ku ew piştgiriya projeyên bi vî rengî dikin."

Hebîb wiha pê de çû: "Dê di rojên bê de ew cidiyet li ser erdê diyar bibe, bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî, diyalogên bi hikumeta Şamê re yan beşdarbûna me di civînên din de."

Hebîb her wiha diyar kir ku Rûsya piştrast kir divê operasyonên leşkerî bi dawî bibin û tekezî bi diyaloga di navbera hemû hêz û aliyên siyasî de kir û got: “Rûsya dixwaze ku şerê Sûriyê bi dawî bibe û hewl dide di qonaxa heyî de bigihêjin lihevkirinên siyasî."

Hikmet Hebîb wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em li bendê ne ku di rojên pêş de piştgiriya diyaloga di navbera her du aliyan de, bê kirin. Her wiha em li bendê ne ku li ser gefên Tirkiyê ji herêmê re û binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rûsya bi Tirkiyê re nîqaş bike."
 

Serepeyv