Îlon 16, 2020 11:00 Asia/Tehran
  • 'Dewleta Tirkiyê hewil dide herêmên dagirkirî ji Sûriyê qut bike'

Hawar News: "Siyasetmedar û rûspiyên Ereb teqez kirin ku Dewleta Tirkiyê hewil dide herêmên bakurê Sûriyê yên ku dagir kirine bike wîlayetên xwe û ji axa Sûriyê qut bike. Her wiha diyar kirin ku divê Neteweyên Yekbûyî di wê derbarê de biryaran bistîne. Ji ber ku êdî Dewleta Tirkiyê li ser dewletên Ewropî û gelê herêmê bûye metirsiyeke mezin."

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Rûspiyê êla El-Bûasî li Til Hemîs Mihemed El-Yûsif destnîşan kir ku çavbirçîbûn û timakariya Dewleta Tirkiyê çavbirçîbûna firehkirin û mêtîngeriyê ye û wiha berdewam kir:" AKP`ê bi behaneya piştgiriya qeyrana Sûriyê û parastina gelê Sûriyê destwerdana Sûriyê kir û dixwaze dewleta Osmaniyan vegerîne."

El-Yûsif teqez kir ku Dewleta Tirkiyê li dirêjahiya xeta bakurê Sûriyê gelek herêm dagir kirin û weke Lîwaya Iskenderonê û gelek bajarên din nasnameyên Sûrî ji holê radike û wiha lê zêde kir: "Armanca Dewleta Tirkiyê ne tenê dagirkirina Sûriyê, lê belê dagirkirina hemû welatên ereban e."  

Di derbarê biratiya gelan de jî, El-Yûsif destnîşan kir ku Erdogan niha gelê Kurd hedef digire û hewil dide ku bê nasname bihêle û şaristaniya wê ji holê rake.

Dewleta Tirkiyê HEWIL DIDE HERÊMÊN DAGIRKIRÎ JI SÛRIYÊ QUT BIKE

Her wiha nûnerê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li navçeya Til Hemîs Mihemed El-Deham da zanîn ku Dewleta Tirkiyê hewil dide herêmên ku ji bakurê Sûriyê dagir kirine ji xwe re bike wîlayet û weke Ezaz û gundewarên bakurê Helebê ji binî ve ji axa Sûriyê qut bike.

Mihemed El-Deham bi bîr xist ku Dewleta Tirkiyê di destpêka aloziya Sûriyê de ji bo desteserkirina qeyrana Sûriyê, "Artêşa Azad" bi kar anî.

El-Deham destnîşan kir ku "Dewleta Tirkiyê bikaranîna "Artêşa Azad" a ku niha bi "Artêşa Niştîmanî" tê naskirin tenê li Sûriyê bes nedît, lê şandin Lîbya û dewletên derdorê jî. Ev jî teqez dike ku armanca Dewleta Tirkiyê ne tenê gelê Sûriyê ye, lê belê projeya firehkirina dagirkeriya xwe ye ku li ber çavê hemû cîhanê li herêmê tevlîheviyan derdixe."

Her wiha El-Deham teqez kir ku "Dewleta Tirkiyê hewil nade ku li herêmên Sûriyê yên dagir kirine biratiya gelan pêk were, lê belê hewil dide ku li wir dagirkeriya kevneşopî pêk bîne û li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê zimanê Tirkî ferz dike û li dibistanan jî xwendina bi zimanê Tirkî ferz dike."

El-Deham da zanîn ku tiştê ku li Ezaz û gundewarên bakurê Helebê yên herêmên dagirkirî pêk tê, nîşaneya herî mezin ya qutkirina beşek ji xaka Sûriyê û tevlîkirina axa Tirkiyê ye. Her wiha wî eşkere kir ku mirov li ku derê binêre wêneyên Erdogan û alên Dewleta Tirkiyê dibîne û herî dawî jî pereyên Tirk li wan herêman ferz dike. Ev jî didin nîşandan ku Dewleta Tirkiyê dixwaze di pêvajoyên bê de van herêman ji binî ve ji herêmên Sûriyê qut bikin û ji xwe re bikin wîlayet.

El-Deham di dawiyê de xuya kir ku Dewleta Tirkiyê dibêje ku ew ji bo ewlekariya sînorê xwe li Sûriyê şer dike, lê gelo ger armanc wê parastina sînor e, çima li Lîbya û Yewnenistanê şer dike? Timakariya wê êdî eşkere bûye. Ji ber wê yekê divê Neteweyên Yekbûyî di derheqê Dewleta Tirkiyê de biryaran bistîne. Ji ber ku êdî Dewleta Tirkiyê li ser dewletên Ewrûpî û hemû gelê herêmê bûye metirsiyeke pir mezin.

 

 

Serepeyv