Îlon 16, 2020 08:57 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 63 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24 saetên dawîn de 63 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 9 kesên bi vîrusê ketibûn, baş bûne.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 63 kesên din bi Koronavîrusê ketine.

Hevserokê desteyê Mistefa Ciwan diyar kir di nav 63 kesên ku bi koronayê ketine; 34 mêr û 29 jin in û ji van herêman in:

 Hesekê: 29

Qamişlo: 6

Dêrik: 2

Amûdê: 1

Til Temir: 3

Çilaxa: 1

Reqa: 13

Tebqa: 5

Kobanê: 2

Kampa Holê: 1

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa da zanîn ku 9 kesên din ên bi vîrusê ketibûn, baş bûne.

Tevî hejmara îro hatiye ragihandin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 903 kes bi vîrusa koronayê ketine, ji wan 46 kesan jiyana xwe ji dest daye û 291 kesên din jî baş bûne.

 

 

Serepeyv