Îlon 15, 2020 21:18 Asia/Tehran
  • Balafirên şer ên Rûsyayê êrişên xwe li dijî komên terorîst li Idlibê zêde kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê asta bomberbarana herêmên ku terorîst tê de ne, li gel topbarana bejahî ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve li dijî herêmên Kensafra, Sifuhin, Fetîra, Filêfil û Bîtîn li başûrê gundewarê Idlibê zêde kir.

Li gorî ragihandina Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SHOR) vê sibehê 6 balafirên şer ên Rûsyayê daristanên li rojavayê bajarê Marat Misrîn li bakur rojavayê Idlibê ku terorîstan li wir bargehên xwe hebe bombebaran kirin. Hêzên hikumeta Şamê jî asta topbarankirina gundewarên başûrê Idlibê zêde kir.

Hêzên hikumeta Şamê piştî ku terorîstên ku Tirkiye li pişta wan e li eniya gundê Riweyhayê li gundewarê Idlibê çend leşkerên Sûriyê kuştin, dest bi êrişa dijwar li dijî terorîstên hanê kir.

Duh êvarê şerên dijwar di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirkiyê de li eniya gundê Fitîra li gundewarê Idlibê rû dan, lê tu agahiyên girêdayî windahiyan nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirkiyê dewriyeke tekealî li ser rêya M4 piştî ku Rûsya qebûl nekir tev lê bibe, birêve bir.

Serepeyv