Di çalakiya HRE’yê ya li dijî baregehên artêşa Tirkiyê de 7 leşker hatin kuştin
HRE’yê dîmenên êrişa xwe ya 12 Îlonê ya li dijî baregehên artêşa Tirkiyê li Cindirêsê weşandin. HRE’yê destnîşan kir ku di çalakiyê de 7 leşker hatine kuştin, 10 leşker û 2 çete jî birîndar bûne.
HRE’yê derbarê vê êrişa xwe daxuyaniyeke nivîskî da û tê de ragihand: “Roja 12’ê Îlonê, di seatên berêvarê de, li gundê Xizewiyê yê navça Cindirêsê hêzên me li hemberî 2 baregehên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bibandor li dar xistin. Di wan çalakiyan de di nuqteyên ku hatin hedefkirin de şewat derket û teqîn çêbûn.
Di encama êrişan de; 7 leşker hatin kuştin, 10 leşker û 2 çete jî brîndar bûn. Her wiha 8 konteynir hatin îmhakirin. 2 BMP û tankek jî hatin derbkirin.
Piştî êrişê ji Efrîn û Cindirêsê 2 helîkopter û gelek ambulans hatin cihên çalakiyan û kuştî û birîndar rakirin. Her wiha artêşa Tirkiyê û çeteyên wê piştî vê êrişê gundên navçeya Şêrawa topbaran kirin û li ser herêmê tevgera balafirên keşfê çêbû. Di topbaranê de li gundê Birc Qasê 2 sivîl birîndar bûn. Her wiha li gelek gundan ziyana madî çêbû.