Îlon 14, 2020 08:53 Asia/Tehran
  • HRE’yê êrişa li dijî baregehên artêşa Tirkiyê li xwe girt

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku duh li Cindirêsê çalakiyek li dijî baregehên artêşa Tirkiyê lidar xistine û dê encam û dîmenên çalakiyê îro biweşînin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku duh li Cindirêsê li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker çalakî hatine lidarxistin û encam û dîmenên çalakiyê dê sibê werin ragihandin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Roja 12’ê Îlonê li gundê Xzewiyê yê navçeya Cindirêsê, li hemberî baregehên artêşa Tirkiyê ji aliyê hêzên me ve çalakî hatin lidarxistin. Dîmen û encamên çalakiyê îro duşemê dê bi raya giştî re werin parvekirin.”