Îlon 13, 2020 11:47 Asia/Tehran
  • Komên girêdayî bi Tirkiyê li Efrînê gelek sivîl revandin

Hawar Newsê (ANHA) ragihand ku "Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê nasnameyên sivîlên ku çeteyên bi navê "Polîsên Leşkerî" bi hevkariya îstîxbarata Tirkiyê revandine, eşkere kirin."

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Çeteyên bi navê "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî Dewleta Tirkiyê hejmarek sivîlên Kurd bi tawama ku berê têkiliyên wan bi "Rêveberiya Xweser" re hene, revandin.

"Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriya", nasnameya sivîlên ku hatine revandin eşkere kirin.

Li gorî rêxistinê kesên hatine revandin ev in; Kemal Yûsif û kurekî xwe, ji gundê Termîşa yê navçeya Şiyê ne û ajokarek li gel meclisa herêmî ya dagirekeran a navçeyê ye, 3'ê Îlonê hate revandin.

Birayê Kemal, Luqman Yûsif, ji gundê Termîşa yê Şiyê ye, tevî kurekî xwe 3'ê Îlonê hate revandin.

Xedîca Ebû Ebdo Serî (32), dermansaz e, di 10'ê Îlonê de bi tawama ku berê têkiliyên wê bi "Rêveberiya Xweser" re hebûn hate revandin.

Cemîl Hemo ji gundê Cobana ye, di 10'ê Îlonê de, bi tawana ku di "şirketa Heftaro" de pereyan vediguhêze hate revandin û motorsiklêt û erebeya wî hatin dizîn.

Mihemed Bekir (Mamo Belek) ji gundê Qermitliq e, li navenda navçeya Cindirêsê dimîne, di 10'ê Îlonê de bi tawana ku di dema "Rêveberiya Xweser" de derdiket nobeta parastinê hate revandin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê hejmara welatiyên Kurd ên ku çeteyên  bi navê "Polîsên Leşkerî" li navçeya Cindirês girtine 7 in.

 

 

Serepeyv