Îlon 12, 2020 15:06 Asia/Tehran
  • Li Serê Kaniyê teqîn – 2 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn

Li bajarê kurdan ê Serê Kaniyê yê li bakurê Sûriyê di teqînekê de herî kêm 2 kes hatin kuştin.

Îro danê sibê li nav bajarê Serê Kaniyê yê kurdên Sûriyê  teqînek bihêz qewimî.

Li gorî agahiyan, di wê teqînê de herî kêm 2 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên nûçan dibêjin li paş teqînên hanê dewleta Tirkiyê û çeteyên wê cih girtine ji bo ku hedefa wan koçandana malbatên kurd ji bajarên wan û guhertina demografiyê ye.

Serepeyv