Îlon 06, 2020 00:20 Asia/Tehran
  •  Karkerên li Sakaryayê êrişî wan hat kirin: Gefa şewitandinê li me xwarin

Karkerên kurd ên li Sakaryayê bi êrişê re rûbirû man qala êrişê kirin û diyar kirin ku xwediyê kar û gundiyan gefa şewitandinê li wan xwarine û tevî ku ew li cendirmeyan geriyane jî neçûne cihê bûyerê û bi heqaretên giran re rûbirû mane.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Karkerên kurd ên ji gundê Kelekê ya girêdayî navçeya Şemrexa Mêrdînê çûbûn gundê Sirt a girêdayî navçeya Ortakoyê ya Sakaryayê ku findiqan berhev bikin û duh bi êrişek nijadperest re rûbirû man. Karker piştî êrişê vegeriyan Mêrdînê û îro gihîştin gundê xwe. Karker ewilî çûn nexweşxaneyê û rapora derpkirinê wergirtin. Di vê navberê de Fermandariya Cendirmeyan a Şemrexê li keyayê gund geriya û xwest karker biçin qereqolê îfade bidin. Piştî ku karker gihîştin gund di saetên nîvro de cendirmeyan têketin û derketina gund qedexe kirin. Karkeran êrişa li dijî wan pêk hatiye ji ajansa Mezopotamyayê re vegotin. 

EWILÎ ÊRIŞÎ KURAP Û KEKÊ WÊ DIKIN 

Ji karkeran Hadara Demîr a bi êrişê re hevrû ma diyar kir ku serê sibê ew bi kêfxweşî çûne kar û wiha got: “Ewilî neviyê xwediyê kar heqaret li me kir. Pişt re xwediyê kar ji nişkeve got ‘keriyê kuçikan, keriyê heywanan.’ Xeberên nebaş li me kir. Li ser vê yekê em ji baxçe derketin. Em çûn cihekî sekinîn. Koma êrişkaran hat û êrişî me kirin. Me jî got ev extiyar in em serê xwe bi wan ve neêşînin. Em ji wir jî çûn. Yek hat ba me û me ji wan re got em diçin welatê xwe. Wî got ez ê we bibim. Wî kesî heta malê em birin. Di wê navberê de xwediyê kar li zarokên xwe geriya û bang li wan kir ku werin gund. Xwediyê kar êrişî kurapê min kir. Kekê min jî ket navber û li ser vê yekê xwediyê kar bi kulman êrişî keke min jî kir.” 

‘EM LI CENDIRMEYAN GERIYAN NEHATIN’ 

Demîr destnîşan kir ku li ser wê êrişê her ku çû êriş mezin bû û wiha got: “Vê carê êrişî me jî kirin.” Demîr diyar kir ku Walîtiya Sakaryayê bûyerê manîpule dike û got: “Dibêjin ku bûyer derew e. Baş e ku li ser medyayê bûyer derket holê. Me telefon jî kir kes nehat gund. Em çend caran li cendirmeyan geriyan jî nehatin gund. Me nihêrî heke cendirme werin jî wê piştevaniya êrişkaran bike, me her tiştê xwe hişt û me got xwedê bela wan bide wan.” Demîr ji bo êrişkaran got “faşîst” û wiha domand: “Em 17 roj berê çûbûn Sakaryayê. Her roj heqaret li me dikirin.

Em 3 rojan dixebitîn, carna 3 rojê me wek rojekê hesab dikirin. Me jî ji neçarî îdare dikir.” ‘DIBÊJIN KURD TUNE NE’ Tûba Demîr jî ya ku bi êrişê re rûbirû maye jî wek Hadara Demîr qala bûyerê kir û wiha got: “Rojê 90 lîre didan me. Em ji bo pêdiviyên xwe çûn Sakaryayê. Piştî bûyerê me got em ê li cendirmeyan bigerin. Êrîşkaran got ‘hûn dixwazin li silala kurdan bigerin, hûn dixwazin li silaleya cendirmeyan bigerin. Cendirme li pişt me ne. Ez ê serbest bimînim.’ Tişta ku anîn serê me nijadperestî û faşîzm e. Heta îro kîjan patron derket pêşberî me faşîst û nijdarperest bû. Ez dikarim navê hemûyan bidim we. Dibêjin ‘Em tek in. Ji me pêve wek din kes nîne. Kurd tune ne.’ Qey meriv dibêje Xwedê ewna tenê afirandine.” 

‘JI BO KU WÊ CENDIRME BIHATANA CILÊ XWE QETAND’ 

Şîlan Demîr a ku di dîmenên ji aliyê ajansa me Mezopotamya ve hatin belavkirin ku têde tê dîtin zilamek kulmê lê dide jî destnîşan kir ku xwediyê kar û gundiyan heqaret li wan kir û wiha got: “Gotinên ku nayên ser zimanê meriv ji me re digotin. Tevî vê yekê jî em dixebitîn. Me heqaretên wan qebûl nekir, pişt re êrişî me kirin. Piştî ku şîmaq li min da merivên wî ew kişandin hundir. Lê neçû. Kesê bi navê Kadir Cebecioğlu êrişa li dijî min domand. Gotin ‘heke hûn neçin em ê we bi eşyayên we ve bişewitînin.’ Tam dema me xwest em derkevin, kesê bi navê Kadir Cebecioğlu cilê xwe qelaşt. Rûyê xwe birîndar kir. Em jî şaş man. Ji bo ku cendirme wê bihatana gund wî wisa kir.” 

GEFA ‘EV DER NE MÊRDÎN E’ 

Demîr diyar kir ku kesê bi navê Kadir Cebecioğlu ji wan re gotiye “Hûnê bisekinin em ê we bikujin. Ev der ne Mêrdîn e û naşibe Mêrdînê. Ev der welatê me ye. Cendirme li cem me cih digirin. Leşker ên me ne. Kes we li vir nagire.’ Cendirmeyan ji me re got çima hûn nesekinîne. Me jî got em ji ditirsiyan ku wê me bikujin. Em ê derbarê êrişa li me hatiye kirin gilî bikin.” Karkerek din Newroz Demîr jî diyar kir ku her tişt hema di kêliyekî de pêk hat û ew ê dev ji mafê xwe bernedin. 

 

 

Serepeyv