Îlon 05, 2020 16:43 Asia/Tehran
  • ꞌBêdengiya hikumeta Herêma Kurdistanê, tê wateya ku ew şirîkê êrişan e'

Berpirsê Nivîsgeha naveçaya Dirbêsiyê ya rêxistina bi navê "Partiya Kesk a Kurdistanê" ya Kurdên Sûriyê bang li hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê kir ku rûyên xwe yên rastîn derxin û piştrast kir ku bêdengiya hikumeta Herêma Kurdistanê isbata şirîkatiya wê di êrişan de ye.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Dewleta Tirkiyê ji beriya du mehan ve û bi tevahiya rêbazan hewl dide "Herêmên Parastina Medya" ji wan herêma "Heftenînê" li bakurê Iraqê û Herêma Kurdistanê, dagir bike û li hemberî van êrişan hikumeta Iraqê, hikumeta herêma Kurdistanê û hin partiyên Herêma Kurdistanê bê deng in.

Berpirsê Nivîsgeha naveçaya Dirbêsiyê ya rêxistina bi navê "Partiya Kesk a Kurdistanê" ya Kurdên Sûriyê ya li navçeya Dirbêsiyê Mihemed Hisên bi lêv kir ku " AKP`ê bi zanabûn êrişî xaka Herêma Kurdistanê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ji herêma Efrînê bigire heta Kerkûkê. Van êrişan li ser bingeha "Mîsaqa Millî" ya ataturkî û xeyalên Osmaniya kevn ku bi partiya xwe AKP`ê nû dikin û Erdogan serkêşiya wê dike."

ꞌDIVÊ HIKUMETÊN IRAQÊ Û HERÊMA KURDISTANÊ LI HEMBERÎ ARTÊŞA TIRKIYÊ BISEKININꞌ

Mihemed Hisên di nava axaftina xwe de got divê gelê Herêma Kurdistanê siyaseta hikumeta herêma Herêma Kurdistanê dide meşandin û bêdengiya ji van êrişan re şermezar bikin.

Mihemed Hisên da zanîn ku  hikumeta Iraqê bi çend daxuyaniyan mirov ji ber wan şerm dike, ev êriş şermezar kirin, lewra bêdengiya wê dê bandorê li hundirê her du hikumetan bike.

Hawar Newsê nivîsiye: "Hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê gihaşt asteke wiha ku nikaribin welatiyên xwe biparêzin û parastina xaka xwe bikin. Dewleta Tirkiyê serweriya wan binpê kir û sûcên tund pêk anî, lê dîsa jî tu helwest ji wan dernet."

Di dawiyê de berpirsê Nivîsgeha navçeya Dirbêsiyê ya "Partiya Kesk a Kurdistanê" ya Kurdên Sûriyê, Mihemed Hisên bang li hikumeta Iraqê û Herêma Kurdistanê kir ku li dijî van êrişan bisekinin.

 

Serepeyv