Îlon 02, 2020 09:17 Asia/Tehran
  • Riyad Derar: Lihevkirina bi Partiya Vîna Gel re destkeftiyeke rasteqîn e

Riyad Derar destnîşan kir ku muzakereya lihevkirinê ya bi Partiya Vîna Gel re yek ji hewldanên MSD`ê ye ku xwe bighîne hemû hêzên Sûriyê ye.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Vîna Gel di 31`ê Tebaxê de têkildarî çareseriya siyasî li Sûriyê, li paytexta Rûsya Moskovê piştî muzakereya peyman îmze kir.

REWŞA BERIYA ÎMZEKIRINA MUZAKEREYÊ

Têkildarî rewşa beriya îmzekirina peymanê, hevserokê MSD’ê Riyad Derar wiha got: " Ji beriya 3 mehan ve amadekarî û peywendî di navbera endamên buroya siyasî ya Partiya Vîna Gel û MSD`ê de dest pê kirin. Her du aliyan nêrînên xwe yên têkildarî çareseriya siyaysî û pêşeroja Sûriyê bi hev re parve kir û li ser îmzekirina peymanê lihevkirinê derbarê xalên hevbeş de, li hev kir. Ev gav di çarçoveya hewldanên MSD`ê yên avakirina peywendiyan bi hemû hêzên siyasî yên aktîv ên hundir û derve yên ku beşdarî civîn û akîtîvîteyên komîteya destûrê û desteya dan û standinan bûne re, pêk hat.

Derar wiha berdewam kir: "Ji bo muzakereyê komîteyek hate avakirin û tê de em gihîştin xalên ku piştre di civîna Moskovê de hatine eşkerekirin. Lihevkirin di asteke bilind de pêk hat. Heke nakokî derkevin dê li hevserokatiya MSD’ê û serokatiya Partiya Vîna Gel vegerin û li ser makanîzmeyê li hev bikin. Vê yekê hişt ku lihevkirin bi vî rengî be."

"XALÊN GIRÎNG"

Derar têkildarî xalên lihevkirinê diyar kir ku li ser 5 xalan li hev kirin e û wiha domand: " Me ev xal di destpêk û dawiya muzakereyê ku li ser lihevkirin çêbûye de bi bîr xistin. Xalên mûzakeriyê girîngiya pêkanîna nêrîna siyasî û fikrî ya hevbeş, Sûriyeke demokratîk û nenavendî destnîşan dike. Di rastiyê de ev tiştekî girîng bûn ku li ser bê rawestandin, da ku em wekî nêrîneke hevbeş a yek ji armancên MSD`ê ye nîşan bidin û pêşeroja Sûriyê xêz bikin. Partiya Vîna Gel jî heman nêrînê erê kir."

Riyad Derar wiha axaftina xwe berdewam kir: "Têgeha 'nenavendî' ew e ku gel xwe bi xwe herêman bi rêve bibe û navend tenê ji bo her sê wezaretên serwer "parastin, derve, aboriyê" bimîne.  Ev şêweyekî destpêkê yê rengê pêşeroja Sûriyê di aliyê hikum, rengê dewletê û sîstema wê de ye. Her wiha em gihîştin nêrîneke hevbeş têkildarî çareseriya siyasî ya piştî daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254`an hatiye pejrandin.  Ev gaveke girîng e û dê me ber bi çareseriya siyasî ve bibe ku ya herî guncaw bibe. Beşdarbûna hemû aliyên civakê ji bo dîtina çareseriyê girîng e. Ji lewra di vê muzakereyê de li ser girîngiya beşdarbûna hemû aliyan û di nav de Meclisa Sûriya Demokratîk, di dan û standinên çareseriya siyasî de wekî desteya dan û standinan, komîteya destûrê yan jî xebatên din ên siyasî.

Derar da zanîn ku: "Her wiha nîqaş li ser pêkhateyên herêmê, pêkhateyên Sûriyê û wekhevkirina wan di aliyê welatîbûnê de û çareserkirina doza Kurdî, hate kirin. Ev bingehên sereke yên lihevkirinê ne û serkeftina projeya demokratîk bi wê yekê pêkan e. Ji ber ku çareserkirina doza Kurdî  bi wê ve girêdayî Suryan, Asûrî û pêkhateyên din û beşdarkirina wan li ser esasê destûrê di civaka Sûriyê û sîstema dewleta Sûriyê de, çareyeke demokratîk e."

 

Derar got ku encameke giring ya vê lihevkirinê jî pejirandina Rêveberiya Xweser wekî pêwîstiyeke cidî û pêdiviyeke civakî ye û wiha dewam kir, “Tecrûbeya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rengekî rêveberiya gel li herêman e û dibe ku ev tecrûbe di çarçoveya yekirina axa Sûriyê û serweriya gelê Sûriyê de, bê pêşxistin. Xaleke din a girîng heye; Artêşa Sûriyê saziyeke neteweyî ye ku tenê çekê radike û nêzî siyasetê nabe. Divê QSD`ê li ser esasê mekanîzme û pîvanên ku di dema ji nûve sazkirina artêşa Sûriyê li ser bê lihevkirin, beşdarî vê saziyê bê kirin. Ev yek ji xalên girîng bû ku bû mijara nîqaşê."

SERWERIYEKE RASTEQÎN

Riyad Derar got ku, bloka Moskovê jî beşdarî desteya dan û standinan û komîteya destûrê bûye û ev yek jî li gorî biryara 2254`an pêk hatiye. Derar di derbarê mijarê û rola Tirkiyê ya neyînî jî got, “Diviyabû ku MSD`ê jî beşdarî van civînan bibe. Lê belê ji ber Vetoya Tirkiyê nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin dûrxistin."

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk ev lihevkirin wiha nirxand: "Serweriyeke rasteqîn e li ser hemû civînên ku Meclisa Sûriya Demokratîk jê hatiye dûrxistin e. Destpêk jî bloka Moskovê ya bi rêveberiya Partiya Vîna Gelm ku dibe rê li gelek diyalogên bi aliyên şoreşê û muxalefetê re jî veke. Bi wê yekê emê beşdarî xebatên hevbeş ên çareseriya siyasî bibin, ku bêyî beşdarbûna me ne pêkan e ku pêk bê."

"JI BO DÎTINA ÇARESERIYA SIYASÎ YA RASTEQÎN, EM BI HEMÛ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ RE DI PEYWENDIYÊ DE NE"

Riyad Derar di derbarê çareseriya aloziya Sûriyê de bal kişand ser rola Amerîka û Rûsya’yê û ev nirxandin kir: "Bêyî lihevkirina her du hêzên mezin (Amerîka û Rûsya) aloziya Sûriyê çareser nabe. Pêşbirka wan li herêmê ku her aliyek hêzên herêmî ber bi xwe ve dikişîne, çareseriya siyasî asteng dike."

Riyad Derar helwesta MSD`ê ji wê yekê wiha şîrove kir: "MSD`ê li ser helwesta xwe ye dan û standinên me yên bi hemû hêzên navneteweyî û herêmî re bi heman mekanîzmeya ku berjewendiyên wan hêzan misoger dike û çareseriya siyasî pêk tîne. Em hewl didin hevsengiyê di navbera hêzên li herêmê de pêk bînin, ku bi zelalî tevger dikin.  Em bi wan re  li gorî pêdiviyên helwesta xwe ku dikeve berjewendiya gelê Sûriyê û berjewendiyên wan ku parçeyekî şerê navneteweyî û herêmî yê li herêmê ye, didin û distînin."

Derar wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dibe ku ev yek çareseriya siyasî dirêj bike, lê belê divê em bi çareseriya siyasî ya durist bikin da ku bighêjin lihevkirinê."

 

 

 

Serepeyv