Îlon 01, 2020 15:41 Asia/Tehran
  • EL-BEYAN:

Rojnameyên erebî yên îro der brê tevgera Rûsyayê ya li Sûriyê û serdana Macron bo Lubnanê û rewşa Iraqê de nivîsîn.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Rojnameya erebîya "EL-BEYAN" nivîsî: "Sala 2019`an ‘sala dron’an’ bû li bakurê rojavayê Sûriyê cihên ku komên çekdar lê desthilatdar in, her wiha li herêmên desthilata artêşa Sûriyê ku li ven herêman baregeha Himêmîm a leşkerî ku di destê Rûsyayê de ye, rastî gelek êrişan hat, bêyî ku bê zanîn ka kê ev êriş kiriye, lê tê gotin ku êriş ji aliyên koma bi navê ‘Heyet Tehrîr El-Şam’ ve pêk hatine ku li ba wê hin balafirên biçûk hene ji bo êrişan bi kar tîne.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Sala par piştî ku pêvajoyên Astanayê hinek bi pêş ket, Rûsyayê giranî da mijara astengkirina komên çekdar ku nikarin êrişî baregehên Rûsyayê bikin, êdî ev êriş hinekî kêm bûn, lê piştî lihevhatina Soçiyê ya Gulana derbasbûyî di navbera Rûsya û Tirkiyê de êdî êriş hema bêje rawestiyan.”
Tevî lihevhatina leşkerî di navbera Rûsya û Tirkiyê jî, lê pêdiviya Rûsyayê hîna heye ku hêzên xwe yên asmanî li Sûriyê bi hêz bike, bi taybet sîstema leşkerî ya pêşîgirtin balafirên biçûk, her wiha balafirên dron ku êdî li bakurê Sûriyê belav bûne, çi ji aliyê Amerîkayê çi ji aliyê Tirkiyê ve.”

 

 

Serepeyv