May 30, 2020 18:02 Asia/Tehran
  • Rêveberiya Xweser daxwaza lêpirsîneke navneteweyî têkildarî sûcên çeteyan li Efrînê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirinên çeteyan li dijî jinên Efrînê şermezar kirin û anî ziman ku Dewleta Tirkiyê berpirsa sûcên çeteyan e.

 

Li gorî rapora Hawar Newsê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke  nivîskî bang li Rûsya, Amerîka û NY`yê kir ku helwestên xwe der barê sûcên komên çete ku bi navê Firqet Hemzat têne naskirin de, diyar bikin.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî ku zêdetirî du salan li ser dagikirina bajarê Efrînê ji aliyê Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê re derbas bûn, lê milîsên terorîst ku destekê ji rejîma Tirkiyê digirin, sûcên herî qirêj li dijî sivîl, mal û milkên wan pêk tînin. Her wiha civaka navneteweyî di vê der barê de bêdeng e û xwe teslîmê kiriyarên Tirkiyê kirine ku her tim kaxeza terorîst û penaberan bikar tîne, da ku sûcên çeteyên li Sûriyê û Lîbyayê veşêre bike.

Kiriyarên wan koman binpêkirineke ber bi çav ji zagon û pîvanên navnetewî re ye, her wiha nirxên mirovahiyê binpê dike. Ew kiriyar wek qirkirina komî bi hemû wateyên xwe ye.

BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ JINAN

Bi sedan binpêkirin û kiriyarên der-exlaqî li Efrînê pêk tên ji "Koçberkirin, kuştin, revandin, rûxandina malan, rûxandina cihên pîroz, darvekirinên meydanî, şewitandin û hwd." Îro jî kiriyar û binpêkirineke din li dijî jinan lê tê zêdekirin û daxmayeke reş li ser eniya mirovahiyê ye. Kiriyar li dijî her 8 jinên ku li gel Firqet Hemzat li Efrînê girtî ne pêk hatin. Ew jî komeke terorîst ya girêdayî rejîma Tirkiyê ye. Kiriyarên bi vî awayî hovîtî û der-exlaqiya komên çete diyar dikin.

Kiryarên li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî rû didin yên derbarê serbestberdana jinên girtî bi ‎destê çeteyên Hemzat de li hember fîdyeyan, kiryarên xetertirîn in.‎

‎Em wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye, di demeke ku em van binpêkirinan şermezar dikin û rejîma Tirkiyê berpirsa kiryarên li dijî ‎wan jinan radigihînin, em bang li tevahiya rêxistinên mafên mirovan û tevgerên jinan ên li ‎tevahî cîhanê, hemû saziyên NY`yê, navneteweyî, Rûsya û DYA`yê dikin ku bi erka xwe ‎rabin. Her wiha  kiryarên Firqet Hemzat û komên girêdayî Dewleta Tirkiyê ku serkêşiya wan ‎dike şermezar bikin û helwestên cidî nîşan bidin, di heman demê de divê li dijî van ‎binpêkirinan lêpirsîneke navneteweyî vebe û hesab ji sûcdaran were xwestin.

DIVÊ SÛCÊN LI DIJÎ JINAN WERIN SEKINANDIN‏ ‏‏
Kiryarên li Efrînê têne kirin isbata binpêkirina mafên mirovan û pîvanên navneteweyî ne, ‎tevahî cîhan deyndarê qehremaniya jinên Efrîn, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li dijî rêxistina ‎DAIŞ’ê û çeteyên Dewleta Tirkiyê şer kirine, lewma divê kesên azadîxwazên jinan û mafên ‎mirovan li dijî binpêkirinên çeteyên rejîma Tirkiyê bisekinin."