May 29, 2020 20:04 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê carek din dexl û danên xelkê Til Temirê şewitandin

Leşkerên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê careke din zeviyên çandiniyê yên xelkê navçeya Til Temir şewitandin.

Leşkerên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê zeviyên çandiniyê yên gundên Qasimiyê û Rîhaniyê yên bakurê rojavayê navçeya Til Temirê dan ber agir. Herdu gund di bin dagirkeriya leşkerên Tirkiyê û çeteyan de ne.

Şewata li herdu gundan belavî gundên derdorê jî bû. Tîmên agirkujiyê nikarin agir vemirînin ji ber ku hêzên dagirker wan dikin hedef.