Nîsan 03, 2020 16:43 Asia/Tehran
  • Fermandarekî HSD’ê: Dewleta Tirkîyê piştî agirbesê êriş zêdetir kirine

Yek ji fermandarên HSD`ê li navçeya Eyn Îsayê got: Hêzên wan li gorî agirbesa mirovî pêngavan radike, lê dewleta dagirker a Tirkîyê û çeteyên girêdayî wê di vê rewşa awarte de êrişên xwe dijwartir dikin.

El-Şiblî ragihandina agirbesa mirovî ya HSD’ê bi bîr xist ku dewleta Tirkîyê li gorî wê serederîyê nake û got: “Li cîhanê û herêmên me ji bo xweparastina ji Koronavîrusê di aliyê jiyanî û leşkerî de rewşa awarte hatiye ragihandin. Di aliyê leşkerî de agirbesa mirovî ku hat ragihandin, ji aliyê dewleta dagirker a Tirkîyê ve wekî her agirbesekê tê binpêkirin. Dewleta dagirker a Tirkîyê û çeteyên girêdayî wê vê dema hestyar jî wekî firseta êrişan dibînin û êrişên dijwar li ser herêmên me pêk tînin. Lê ew firseta wan naçe serî. Em li gorî agirbesê pêngavan radikin û di aliyê me de tu êriş li ser leşkerên dewleta Tirkîyê û çeteyên girêdayî wê nehatine kirinê. Di çarçoveya parastina rewa de em neçar in ku bersiva êrişan bidin.”

El-Şiblî bal kişand ser hedefgirtina sivîlan ji aliyê dagirkeran ve û wiha dewam kir: “Van demên dawî dewleta dagirker a Tirkîyê û çeteyên girêdayî wê êrişên li ser gundên Dibis, Um El-Beramîl, Hoşan, Fatsa, Seyda, Xalidiyê, Xwaringeha Siqir ên Eyn Îsayê û gundewarên Qizelî, Korhesen, Silîp, Korik, Sofyan, Sewama Qizelî, Mevuca ên Girêsipî û rêya M4 zêde kirine. Li van gundan sivîl û nuqteyên leşkerên Hikûmeta Sûriyê tên hedefgirtin. Bi hedefgirtina sivîlan dixwazin gund bên valakirin û bi vî awayî dagir bikin.”

El-Şiblî diyar kir ku ew li himberî êriş û hedefgirtina sivîlan bê deng namînin û got: “Ji bo parastina gel û axa xwe em li vir amade ne. Her çiqas ew êriş bikin em ê jî bersivê bidin.”