Nîsan 03, 2020 16:30 Asia/Tehran
  • Endama rêveber a Nexweşxana Til Temirê: Em li beramberî du şeran in

Nexweşxana Lêgerîn a navçeya Til Temirê amadekariyên parastinê yên sînordarkirina berbelavbûna Koronavîrusê dike, di vî warî de Cemîle Hemê got: "Em niha li hember du şeran in, yek Koronavîrus, a din jî êrişên dewleta dagirker a Tirkîyê ye. Em bang li civaka navneteweyî dikin êrişên dewleta dagirker a Tirkîyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide rawestandinê."

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Hawarê, Nexweşxana Lêgerînê ya navçeya Til Temirê ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê tedbîrên pêwîst dike, lê artêşa dewleta dagirker a Tirkîyê gundên Serêkaniyê û Til Temirê topbaran kirin, di encamê de sivîl birîndar bûn û hin welatiyan ji gundên xwe bar kirin, ji ber vê yekê tedbîrên xweparastinê hatin astengdarkirin.

Endama Rêxistina Heyva Sor a Kurd a Nexweşxana Lêgerînê Cemîla Hemê di hevpeyvîna digel Hawarnews’ê de got: "Nika em li hemberî 2 cengan in, a yekem têkoşîna li dijî Koronavîrusê ye û ya duyem jî şerê li dijî êrişên artêşa Tirkîy û çeteyan wê yên li dijî herêmê ye. Ji ber ku di encama êrişên artêşa Tirkîyê de sivîlan birîndar dibin û ewan ji gundên xwe koçber dibin, loma têkoşîna li dijî Koronavîrusê dê zêdetir asteng bibe."