Artêşa Tirkiyê bejahiya Til Temirê û Şerawa topbaran dike
Nîsan 02, 2020 12:34 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê û terorîstên wê gundên Bêne û Aqibê yên girêdayî navçeya Şerawa û gundê Um El-Kêf ê girêdayî navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran dike.
Di van demên dawiyê de ku HSD ragihandibû ji ber Koronayê û daxwaza sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî şer û cengê radiwestîne, Artêşa dagîrker a Tirkiyê û terorîstên wê gundên Bêne û Aqibê yên girêdayî navçeya Şerawa û gundê Um El-Kêf ê girêdayî navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran dike.
Hîn derbara xisar û kuştî û birîndarên ji ber van topbaranan de nûçeyek neketiye dest, lê belê çavkaniyên herêmî radigehînin ku topbaran dewam dike.