Nîsan 01, 2020 16:38 Asia/Tehran
  • Cîhada Îslamî û HAMAS’ê bertek nîşanî êrişa Rêjîma Sîyonîst a ser Sûrîyê dan

Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê û Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê êrişa balafirên cengê yên Rêjîma Sîyonîst ser Sûrîyê êrişa zorbêjane ser Ereb û misilmanan zanîn.

Hazim Qasim Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) wek berteka himberî êrişa balafirên cengê yên Rêjîma Sîyonîst ser Balafirgeha Şeîratê Ii parêzgeha Humsê ya Sûrîyê got: Êrişa Îsrayîlê ser Sûrîyê êrişeke zoebêjane ser hemi umeta Îslamê û jinavbirina şîyanên wan û êrişeke zorbêjane ser hemî Ereb û misilmanan e.

Wî herwiha got: Divê umeta Îslamê hewildanên xwe jibo sekinîna himberî vê rêjîmê ku dijminê rastî yê me ye, rêk bixe. Li himberî vê êrişa zorbêjane, berxwedana ciddî pêwîst e.

Şeva buhurî balafirên cengê yên rêjîma Îsrayîlê ji axa Libnanê va çend mûşek ber bi rojhilata Humsê va avêtin ku Artêşa Sûrîyê hejmarek zêde ji wan li esmîn ji nav birin.