Nîsan 01, 2020 09:56 Asia/Tehran
  • Topxana artêşa Tirkiyê û terorîstên wê Gundên Minbicê topbaran kirin

Artêşa dagîrker a Tirkiyê û terorîstên ber piştgiriya wê gundên El Seyade, El Dendeniyê û Um Edse El Farat yên li Bakurê Rojavayê Minbicê li parêzgeha Helebê bi gullên hawanê û topan gullebaran kirin.

Televîziyona El-Exbariye ya Sûriyê di nûçeya xwe diyar kir ku di encama van topbaranan zaroke hate kuştin û 2 sivîldin jî birîndar bûn.

Di êrîşa duh a dagirkeran li ser Minbicê de li mala ku top lê hatî hedefgirtin zaroka 6 salî hate kuştin, dayîka wê Emîna Îbrahîm û bavê wê Hisên Abdulhacî jî giran birîndar bibûn.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku topbarana li ser gundên Minbicê berdewam dike.

Artêşa Tirkiyê û terorîstên ser bi vî welatî ku gelek deverên Sûriyê dagir kirine ,her roj deverên sivîl, binavahî û bargehên artêş Sûriyê dikin hedefa êrişên xwe.

Bargehên herî dawiyê yên terorîstan niha li parêzgeha Idlibê mane ku Tirkiye ji wan piştgiriyê dike, Artêşa Sûriyê li çend mehên borî ji bo derxistina van deveran ji bin destê terorîstan û dagîrkeriya Tirkiyê operasiyoneke ber fire li dar xist. Bi azadbûna vê parêzgehê û hin beşên rojavayê Helebê û rojhilatê Laziqiyê êdî hebûna terorîsmê li Sûriyê bi dawî tê. Ev mesela bû sedema rayedarên tirk yên wekî Erdogan serokomarê Tirkiyê û ji ber viya ew ketin tevgerê da ku rê li ber pêşveçûna artêşa Sûriyê bigirin.