Ebdî: Divê civaka navdewletî çareseriyeke radîkal ji pirsgirêka girtiyên DAIŞ‘ê re bibîne
Adar 31, 2020 18:02 Asia/Tehran
Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) Mazlûm Ebdî got: "Bi saya keda mezin a hêzên me, me rewşa li girîgeha Xiwêran kontrol kir bêyî ku tu girtiyên DAIŞ‘ê birevin."
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Tiwîtterê daxuyaniyek weşand.
Ebdî got: "Bi sya keda mezin a hêzên me û nêzîkatiya objektîv û lezgîn a li hemberî esyana girtiyên DAIŞ‘ê yên di girtîgehê de me dikarî rê li ber karesetkê bigirin û rewşa di hundirê girtîgehê bixin bin kontorlê, bêyî ku tu rewşên revê çêbibin.
Divê hevkarên me û civaka navdewletî asta xebata xwe mezin bilind bikin da ku çareseriyeke radîkal ji vê pirsgirêka navdewletî re were dîtin."