HSD serhildana girtîyên DAIŞ’î li zîndana Hesekê tepeser kir
Berdevkê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) ragihand ku wan karîn serhildana girtîyên DAIŞ’î li zîndana Hesekê tepeser bikin û revîna hinek girtîyan jî derew zanî.
Kîno Gabrîyêl Berdevkê HSD ragihand ku girtîyên DAIŞ’î li zîndana Giwêranê ya Hesekê serî hildan û karîn ku derîyên navenda girtîgehê bişkênin û qata binerdî ya zîndanê bêxin bin kontrola xwe.
Kîno Gabrîyêl herwiha got: Hêzên Dijî Têrorê ser bi HSD demlidest ew serhildana tepeser kirin û karîn kontrola girtîgehê bigirin destê xwe.
Berdevkê HSD herwiha dîyar kir ku hîç girtîyekî nekarîye bireve û zîndan tam hatîye kontrolkirinê.
Kîno Gabrîyêl pêgirî kir, wê bûyerê ev yeka derxist holê ku pêwîst e civaka navnetewî û hevalbendîya navnetewî di warê parastina hemi girtîyan de alîakrîyê bikin û dadgeheke navnetewî jibo mehkemekirina girtîyan were pêkanînê.