Sibat 25, 2020 16:12 Asia/Tehran
  • Serokê Navenda Aştiyê ya ser bi Wezareta Berevaniya Rûsiyê li Sûriyê: Gerrên hevpar ên leşkerî yên Rûsiye û Tirkiyê li Hesekeyê dest pê bûn

Oleg Joravolov, Serokê Navenda Aştiya Sûriyê ya ser bi Wezareta Berevaniya Rûsiyê got: Hêzên çekdar ên Tirkiye û Rûsiyê gerreke hevpar li hawîrdora Hesekeyê cih anîn.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Oleg Joravolov, Serokê Navenda Aştiya Sûriyê ya ser bi Wezareta Berevaniya Rûsiyê her wiha got: Hêzên çekdar ên Tirkiye û Rûsiyê gerreke hevpar li hawîrdora Hesekeyê cih anîn.

Li gorî rapora Sputnikê, Joravolov di dewamê da got: gerên hêzên ûris li Reqa, Heleb û Hesekeyê cih tên û ev hêz bêrawestan berpirsiyariyên xwe pêk tînin.

Hêjayî gotinê ye ku li pey destpêbûna kêşeyan li Idlibê û êrîşên pêkhatî li ser çeperên artêşa Tirkiyê ji aliyê hêzên artêşên Sûriye û Rûsiyê va, Tirkiyêî gerrên xwe yên hevpar tev ûrisan li Rojhilata Firatê dabû rawestandin.