Çile 26, 2020 16:52 Asia/Tehran
  •  Hevserokê MSD: Erdogan ger ji riya xwe venegere, dê paşerojeka mîna ya Sedam Huseyn hebe

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk a Sûriyê bal kişand ser bernamên dewleta Tirkiyê li navçê û got: Ger Erdogan ji riya ku girtiye ber xwe, venegere, dê aqubeta wî bibe mîna ya Sedam Huseyn.

Riyaz Dirar,Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk a Sûriyê( MSD)  li gotûbêja taybet bi Hawar Newsê re got: Hikûmeta partiya Dad û Geşeyê( AKP) li Tirkiyê ji proja Tirkiya layîk, îstifde kiriye û plana "Îslama Siyasî" xist rojeva xwe. 

Ger li Tirkiyê, projeya layîtîzmê neba qet tevgereka îslamî nedikarî li vî welatî pêk were. 

 Layîtîzm rê dide her kes bi her hizrekê li pêkhateya dewletê de xebatê bike. Lê pêkhatina bîrdoziya Neo-usmanîzmê li Tirkiyê hemî hevhatinên navdewletî ku Tirkiyê wajo kirine têk bir. Tirkiye bi hilêxistina berdewam a mîsaqa neteweyî hewl dide ku osmanîşopiyê bidomîne. 

 Dirar destnîşan kir: Proja dagirkirina navçê ji aliyê AKP û Erdogan projeyeka dîrokî ye. Ev projeya ewilî welatên cîranê Tirkiyê û piştî re dê Tirkiyê tehdîd bike. Encama wê dê parvekirina Tirkiyê be. Erdogan hewl dide projeyeka işkestxwarî serê wxe bigre. Ger ji vê riyê venegere, dê aqubeta wî mîna Sedam Huseyn be.