Mezlûm Kobanî: Kurdan pêşîya çend opêrasyonên têrorîstî yên DAIŞ`ê li Ewrûpayê girtin
Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) got ku wan bi saya bidestxistina planên nihênî yên DAIŞ`ê karîne pêşîya cihanîna çend opêrasyonên têrorîstî yên wê komê li çend welatên ewrûpî bigirin.
Fermandarê HSD ji Rojnama Independent a Misrê re got ku hêzên Kurdan bi girtina endamên pillebilind ên DAIŞ`ê karîne xwe bigihînin cebilxane û planên nihênî yên vê koma têrorîst.
Mezlûm Kobanî herwiha got: Ji wan planên bitaluke yên DAIŞ`ê hewildana jibo cihanîna opêrasyonên têrorîstên li welatên ewrûpî bû lê, me lêzanîn di vî warî de bidest xistin û pêşîya serêxwegirtina wan girt.
Fermandarê HSD di dewamê de amajeyî hewildana DAIŞ`ê li Kobanîyê jibo bazarîya digel Kurdan kir û got: DAIŞ`ê jibo Kurdan li Kobanîyê peyam şand ku heke Kurd xilafeta wê qebûl bikin û rê bidin ku hêzên DAIŞ`ê bêyî pevçûn derbasî wî şarî bibin û ala xwe li Kobanîyê bilind bikin, DAIŞ wê mafên Kurdan bi fermî nas bike lê me qebûl nekir.
Fermandarê HSD derbarê hejmara DAIŞ`îyên girtî di destê wan de jî got: Hêzên Kurd 12 hezar hêzên DAIŞ`ê girtine û nizîkî 10 hezar kes jî li kempan bicih kirine lê nêzî sedî 60`ê wan iraqî ne û yên din hogirê DAIŞ`ê ne.
Mezlûm Kobanî wek berteka himberî gotina vê dawîyê ya Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê ku gotîye hin endamên DAIŞ`ê di berdêla dayîna dirêv de ji hêla HSD va hatine berdanê, got: Em tevî gefên Tirkîyê dijî navenda ragirtina têrorîstên DAIŞ`î li Sûrîyê aştî û ewlehîya navnetewî diparêzin. Gotin û raporên Wezîrê Karên Derve yên Ûrsêtê têkildarî girtîyên DAIŞ`î eseh nînin.