Çile 18, 2020 16:04 Asia/Tehran
  •  Işkesta terorîstan li  êrişa ser derdora Idlibê

Artêşa Sûriyê hewldana komên terorîstî ya êrişa ser navendên eskerî û navçên ewleh li derdora başûrê rojhilata Idlibê bê encam kir.

 Li gorî rapora SANA News`ê, piştî pevçûna yekînên artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê bi komên terorîstî re li mêhwera Ebû Cerîf li derdora başûrê rojhilata Idlibê, hejmarek ji terorîstan hatin kuştin an birîndar bûn. 

 Ji aliyê din va, komên terorîstî li rojava û bakurê rojava derdora Helebê sê mûşek ber bi navça Cemiyet El-Zehrayê va avêtin. 

 Li encama vê êrişa terorîstî, welatiyekî sûrî canê xwe ji dest da û hejmarek ji sûriyan jî birîndar bûn. 

 Terorîstên ser bi bereya El-Nusre li derdora rojava û başûrî yên parêzgeha Helebê, carnan navçên xelknişîn ên bajarê Helebê, gund û bajarokên derddora wê didin ber êrişan.