Çile 18, 2020 09:24 Asia/Tehran
  • Tirkîye milîtanên sûrî dişîne Lîbîyê

Dezgeheke Mafên Mirovan bal kişande ser kiryarên Tirkîyê di warên perwerdekirin, rêkxistin û şandina bi sedan milîtanên sûrî bo Lîbîyê bi merema alîakrîya bo Dewleta Tifaqa Netewî ya vî welatî.

Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê ku ser bi opozosyona wî welatî û avahîya wê li Londonê ye, li malpera xwe ragihand ku dewleta Tirkîyê heta nika 1750 milîtanên sûrî piştî perwerdekirinê şandine Lîbîyê.

Di dewama wê raporê de hatîye ku perwerdekirina wan milîtanan li deverên bakura Sûrîyê ku di bin dagirkerîya Tirkîyê da ne, didome.

Ligorî rapora Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê nika 1500 kes li wan navçana tên perwerdekirinê ku piştî kutabûna dwrê yê ber bi Lîbîyê va bên şandinê. 

Di wê raporê de hatîye ku heta nika 19 milîtanên sûrî li Lîbîyê hatine kuştinê û meytên wan zivirandine Efrînê.

Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê pêgirîyê dike ku şandina wan kirêgirtîyana jibo pişikdarîya di şêrr de ligorî qanûnên NY neqanûnî ye.