Çile 16, 2020 07:53 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûrîyê hin deverên din ji lepên têrorîstan azad kirin

Artêşa Sûrîyê li parêzgeha Idlibê hin deverên din ji lepên komên têrorîst azad kirin.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Sputnikê, bidû opêrasyona xafilkir a Artêşa Sûrîyê ku di encamê de pevçûnên giran di navbera wê û têrorîstên Tehrîr ul Şamê û têrorîstên komên din da derketin, deverên Nûhîya Rojhilat û Nûhîya Rojava, bakura devera Birsê û hin deverên din ên derdora başûra rojhilata Idlibê hatin azadkirinê.

Ligorî vê raporê, destpêkirina opêrasyona Artêşa Sûrîyê himberî têrorîstan bertekek e himberî binpêkirina berdewam a agirbesê ji hêla têrorîstan ve li Idlibê ku êrişî çeperên hêzên sûrî dikin.

Çavkanîyên meydanî jî ragihandin ku êrişa hêzên Artêşa Sûrîyê ser komên têrorîst bi piştgirîya balafirên cengê yên ûris pêk hat. Di encama wê opêrasyonê de rêya gîhandina alîkarîyan bo têrorîstan li Idlibê hat têkbirinê.