Çile 14, 2020 16:32 Asia/Tehran
  • Tirkiyê li Girê Sipî Rêxistina Polîs damezirand

Li pey dagîrkirina navçeya Girê Sipî ji aliyên artêşa Tirkiyê û Koma nasyar bi Artêşa Azad a Sûriyê, Tirkiyê Rêxistineka polîsê xwecihî li vî bajarê bakurê Sûriyê ava kiriye.

Li gorî nivîsîna ajansa Haber7ê ya Tirkiyê, Rêxistina polîsê xwecihî ku ji şêniyên ser bi Tirkiyê hatiye damezirandin, perwerdehiyên cûrbicûr ên olîsî, operasiyonên bajarî, jinavbirina bombeyên destçêkirî û hwd ji Tirkiyê wergirtine û bo Girê Sipî hatine şandin.

Feyaz Muhemed, Serokê Rêxistina Polîsê Girê Sipî ya ser bi Tirkiyê di axaftinekê da tevî amajeya bi damezirandina Rêxistina Polîsê Xwecihî ragiahnd: Me nêzikî mehekê li Tirkiyê perwerdehiyên lazim derbas kirin. Em ji îro va li navenda bajêr bi 420 hêzên polîs xebata xwe dest pê dikin.