Çile 13, 2020 08:54 Asia/Tehran
  • 2 serbazên Tirkîyê li Efrînê hatin kuştinê, 5 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgarkirina Efrînê ragihandin ku di encama çalakîyên wan li Efrînê da 2 serbazên Tirkîyê hatin kuştinê, 5 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) di daxûyanîyekê de ragihandin ku çalakîyên wan dijî artêşa dagirker a Tirkîyê û çeteyên ser bi wê li Efrînê û derdora wî şarî didomin û vê dawîyê 2 çalakî hatin liarxistin.

Ligorî daxûyanya Hêzên Rizgarkirina Efrînê, wan di 11`ê Çillê da li gundê Bosafanê li herêma Şêavayê çalakîyek dijî bargeha leşkerên dagirker ên Tirkîyê encam dan ku di encamê de 2 serbaz hatin kuştinê û 5 jî birîndar bûn.

Di dewama wê daxûyanîyê de hatîye ku Hêzên Rizgarkirina Efrînê çalakîyek jî dijî bargeha hêzên dagirker ên Tirkîyê li nêzîkî gundê Meryemînê ser bi herêma Şêravayê encam dan lê zirarên wê nehatin zanînê.

 Hêzên Rizgarkirina Efrînê herwiha dan zanînê ku Artêşa Tirkîyê û çeteyên wê gundên Başemrê, Soxanek, Tênib, Şevarxa û Merenazê dane ber topan ku di encamê de zîyan û xisar li xelkê sivîl ket.