Kanûn 11, 2019 16:33 Asia/Tehran
  • Di çalakiyên tolhildanê li Efrînê de 9 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku di çalakiyên wan ên tolhildanê de 9 çete hatine kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) her wiha ragihand ku Li herêmên Efrîn û E'zazê hêzên wan di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên Sabotajê li dar xistin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand: Di 8’ê Kanûnê de di navbera gundên Meydankê û Gemrukê yên bi ser navçeya Şera de hêzên me li dijî çeteyên koma bi navê Sultan Mûrad çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de 3 çeteyên koma navborî hatin kuştin.

 Di heman rojê de di navbera gundên Beradê û Kefer Nebo yên bi ser navçeya Şerawa de hêzên HRE`yê li dijî çeteyên koma bi navê Feylaq El-Şam çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de bi qasî ku hat zelalkirin, çeteyekî koma navbirî hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Di 9’ê Kanûnê de li derdora herêma Ezazê hêzên HRE`yê li dijî çeteyên koma bi navê Firqat El-Hemze çalakiyeke xirabkariyê li dar xistin. Di encamê de 5 çeteyên koma navborî hatin kuştin.”