Kanûn 11, 2019 16:11 Asia/Tehran
  • Dora nû ya Gotûbêjên Aştiya Sûriyê li bajarê Nûrsiltanê yê Qezaqistanê bi dawî hat

Gotûbêjên Aştiya Sûriyê (Astaneya Çardehem) bi amadebûna desteyên misogerkirê Aştiya Sûriyê ji wan Komara îslamî ya Îranê, Rûsiye û Tirkiyê li bajarê Nûrsiltanê paytexta Qezaqistanê bi dayîna daxuyaniyekê bi dawî bû.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Nûnerên îran, Rûsiye û Tirkiyê îro Çarşemiyê di vê civînê da bi daxuyaniyekê ser pêwîstiya sozdariya giştan derheqê hakimiyet, serxwebûn û yekparçetiya axa Szûriyê û armanc û usûlên menşûra NY pêgirî kirin.

Di vê daxiyaniyê da tevî dijayetiya digel desteserkirin û veguhestina neqanûnî ya derhatên petrola Sûriyê hatiye ragihandin ku qeyrana Sûriyê nikare bi rêya leşkerî were çareserkirin û divê li gorî pêvajoya siyasî ji aliyê sûriyan bixwe va were çareserkirin.

Nûnerên îran, Tirkiye û Rûsiyê di vê daxuyaniyê da, êrîşên berdewam ên Rejîma Israîlê li Sûriyê binpêkirina qanûnên navneteweyî dan zanîn û li ser bidawîhatina van êrîşan pêgirî kirin.

Di vê daxuyaniyê da her wiha li ser pêwîstiya pêkhatina agirbesê li Idliba Sûriyê û jinavçûna komên têrorîst ji wan DAIŞ û Cebheya Nusreyê pêgirî hatiye kirin.

Di civînê da her wiha tevî sipasiya ji Qezaqistanê ji bo mazûvaniyê, aliyan li hev kir ku civîna din di Adara 2020ê da li Nûrsiltanê were lidarxistin.

Seriokê Beşa Asya û Afrîqa ya Wezareta karên derve ya Qezqistanê jî civîna Nûrsiltan jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê sûdmend da zanîn.

Gotûbêjên Astyaneyê ji Çileya 2017an va bi dahêneriya Îranê û hevkarya Rûsiye û Tirkiyê bi armanca pêkanîna aştiyê li Sûriyê dest pê bûye.