Feysel Miqdad: Sûriye têkoşîna dijî têrorîsmê didomîne
Kanûn 11, 2019 12:02 Asia/Tehran
Alîkarê Wezîrê karên derve yê Sûriyê ser têkoşîna dijî têrorîsmê û hewildana jibo parastina hakimiyet û yekparçetiya axa vî welatî pêgirî kir.
Li gorî rapora malpera Neşreyê, Feysel Miqdadê Alîkarê Wezîrê karên derve yê Sûriyê got: Şam têkoşîna dijî hemî cûreyên têrorîsmê û rêxistinên wan bi armanca paqijkirina Sûriyê didomîne.
Miqdad her wiha got: Sûriye hewildanên xwe jibo derxistina hemî hêzên neqanûnî ji axa vî welatî didomîne da ku hakimiyeta neteweyî û yekparçetiya axa Sûriyê were parastin.
Alîkarê Wezîrê karên derve yê Sûriyêtevî amajeya bi kiryarên neqanûnî yên hin welatan dijî Şamê got: Kiryarên aborî yên yekalî dijî gelê Sûriyê di warên cûrbicûr da bandorê li jiyana wan dike û divê bi dawî were.