Kanûn 10, 2019 18:59 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê rêya stratejîk a Til temir-Eyn îsa kontrol kir

Hêzên artêşa Sûriyê bi armanca cihanîna Lihevkirinameya Sûçiyê, kontrola rêya girîng û stratejîk a Til temir-Eyn îsa bi dest xist.

Rojnameya Wetenê ya Sûriyê nivîsî ku li gorî beşeka lihevkirina Sûçiyê, artêşa Sûriyê bi çavdêriya Rûsiyê kontrola rêya navneetweyî ya Heleb-Heseke ku wek M4 tê naskirin, bi dest dixe.

Ji ber girîngiya mezinrêya Til temir-Eyn îsa ku Heleb û Hesekê digihîne hevdu, baregehên nêzikî vê riyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û têrorîstên ser bi Enqerê va hatibûn dagîrkirin.

Çavkaniyên leşkerî jî qala destpêbûna paşvekişiayan artêşa Tirkiyê û têrorîstên ser bi Enqerê, her wiha Hêzê Sûriya Dêmokratîk (HSD) ji M4ê kirin.

Artêşa Tirkiyê 9ê Cotmehê destdirêjiya xwe ser bakurê Sûriyê bi armanca dagîrkirina navçeyên bin kontrola HSDê dest pê kir.