Kanûn 10, 2019 16:31 Asia/Tehran
  • Bişar Esed: ''Pêşeroja Sûrîyê hêvadrker e''

Serokomarê Sûrîyê ''Ewrûpa li rex Amerîkayê û hin welatên din'' aktorê sereke yê birêxistina alozî û nearamîyan li Sûrîyê zanî û di eynî demê de got ku pêşeroja welatê w hêvîdarker e.

Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed di hevpeyvîna digel kanala Rai News 24 a Îtalyayê de ku wê kanalê ew hevpeyvîna neweşand, amajeyî serketinên Artêşa Sûrîyê himberî têrorîsmê kir û got ku Sûrîyê ji şerê nika gellek ders wergirtine û ez ser vê bawerê me ku pêşeroja welatê min dê hêvîdarker be.

Esed destkevtên Artêşa Sûrîyê di şerê dijî têrorîsmê de ``mezin`` wesif kirin.

Serokomarê Sûrîyê herwiha angaştên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Şamê ve pûç û bê bingeh zanîn û got: Sûrîyê hema ji destpêka îdia û angaştên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî va pêgirî kir ku ew cure çekana bikar neanîne.

Bişar Esed herwiha xwest ku destwerdan di karên welatê wî de neyên kirin û hemî alî pêbendê qanûna navnetewî û girtina pêşîya binpêkirina wê bin.

Esed piştgirên komên têrorîst ên li Sûrîyê dan ber rexneyan û got: Rewşa sîyasî ji ber hebûna hejmareke zêde ya aktoran di şerê li Sûrîyê de lihev alîyaye û ew bidû dirêjkirina pevçûnan û veguhertina wan bo şerekî demdirêj in.

Serokomarê Sûrîyê her cure şerê mezhebî, nijadî û sîyasî li Sûrîyê ret kir û got ku têrorîstên ku zilhêzên bîyanî pişta wan girtin, bi saya dirêv û çekan hin deverên axa Sûrîyê dagir kirin.