Kanûn 08, 2019 17:14 Asia/Tehran
  • HSD`ê: Di çalakiyên tolhildanê de 7 çete hatin kuştin

Hêzên ser bi HSD li bakûra Sûriyê ragihandin ku di çalakiyên tolhidanê de, 7 çeteyên bin fermana Tirkîyê li vê deverê de hatin kuştin.

HSD ragehand: Di 7`ê Kanûnê de li gundê Kefer Nebo yê bi ser navçeya Şêrawa hêzên wan li dijî çeper û stargehên çeteyên koma bi navê Firqat el-Hemze çalakiyek lidar xistin. Di encamê de 7 çeteyên koma navborî hatin kuştin, 4 ji wan birîndar bûn û 2 stargeh û çeper jî hatin rûxandin.

Di dewama daxûyanîya HSD`ê da hatîye ku piştî çalakiyên hêzên wan, artêşa Tirkîyê û komên çete yên bi ser ve gundên Meyasê, Zirneîtê û girê Zirneîtê yên ser bi navçeya Şêrawa bi giranî topbaran kirin.

Ji hêla din ve, Barana xêrê ji bo koçberên Serêkaniyê veguherîye xezebê.

Her sal gelê Serêkaniyê bi barana xêrê keyfxweş dibûn. Lê îsal ji ber êrişên Tirkîyê gelê Serêkaniyê ji zeviyên xwe dûr ket û koçber bû. Koçberên Serêkaniyê yên ku niha li Wargeha Waşdûkanî ne, bang li rêxistinên mirovî û xêrxwaziyê kirin ku bi Rêveberiya Xweser re hevkariyê bikin û alîkariyê raberî wan bikin.

Malbatên kuştiyên êrişa Tirkîyê li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê gotin: “Divê, grûpa ser navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” bikeve lîsteya terorê ya cîhanê.”

“Artêşa Wetenî ya Sûriyê” ya girêdayî dewleta Tirkîyê, ji komên çeteyên ku di Sibata 2016`an êrişî taxa şêxmeqsûdê kirine pêk tê.Komên çete li dijî sivîlan çekên kîmawî bi kar anîn û di encamê de bi dehan sivîl bûn qurbanî.

Ji hêla din ve, niştecihên Girê Spî ya dagirbûyî di nav şertên dijwar de dijîn. Ji ber ku çeteyên ser bi dewleta Tirkîyê depoyên gênim talan kirin û zada gel dizîn, gel bê nan û xwarin maye.

Piştî ku artêşa Tirkîyê û çeteyên wê Girê Spî dagir kirin, azarên himberî xelkên wê deverê roj bi rojê zêde dibin. Mîna kuştin, talankirin, revandina sivîlan li beramberî istandina fidyayan, ferzkirina bacê û zevtkirina milkên sivîlan.