Kanûn 08, 2019 16:20 Asia/Tehran
  • Rûsya hêzên Tirkîyê neçar kirin ku paşda vekişin

Hêzên leşkerî yên Rûsyayê li bakura Sûrîyê anegorî daxwaza Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) komên çekdar ên ser bi Tirkîyê neçar krin ku ji wê herêmê vekişin.

Wezareta Berevanîya Rûsyayê di daxûyanîyekê de ragihand: Berpirsên Rûsya û Tirkîyê lêkolîneke hevpar li rêya M4`ê di navbera Heleb-Hesekê de kirine û ew lêkolîn û çavdêrî ji bajarokê Eyn Îsayê destpê bûye heta bajarokê Til Temirê. 

Di dewama daxûyanîyê de hatîye ku serbazên Rûsya û Tirkîyê çavdêrî ser vekişîna hêzên opozosyona Sûrîyê li rêya M4`ê kirine û hin binke jî jibo danîna xalên çavdêrîya hevpar a hêzên ûris-tirk vala kirine.

Herwiha komên çekdar û çete ji navenda ceryanê ya bajarokê Mebrûkayê di navbera Serêkanî û Girêspî de vekişîne û karê wê navendê careka din destpê bû. 

HSD di hefteya buhurî de daxwaz ji Rûsyayê kir ku zorê bide ser Tirkîyê taku komên çekdar ji rêya M4`ê û rojavaya Mebrûkayê vekişîne.

Wezareta Berevanîya Rûsyayê di dewama daxûyanîya xwe da herwiha ragihand: Komên çekdar ên ku Tirkîye pişta wan digire, ji rêya M4`ê di navbera Heleb-Hesekê de vekişîyane.