Kanûn 03, 2019 12:16 Asia/Tehran
  • Tirkiyê baregeha leşkerî li Serî Kaniyê damezirand

Hêzên artêşa Tirkiyê baregeheka nû ya leşkerî li gundê Til Ateşê li derdora Serî Kaniyê damezirand.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Li pey dagîrkirina tam a bajarê Serî Kaniyê ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê û koma nasyar bi Artêşa Azad a Sûriyê, li gorî agahiyên bidestketî ji çavkaniyên xwecihî, hêzên artêşa Tirkiyê baregeheka nû ya leşkerî li gundê Til Ateşê li derdora Serî Kaniyê ava kirine.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Hêzên artêşa Tirkiyê bi veguehstina amûr û alavên xwe yên şêrr ên giran û nîvgiran ji gundê Sefha û gundên Anîk Huwa û Mehmûdiyê veguhestine gundê Til Ateşê li Serî Kaniyê û baregeheka leşkerî li vî gundî ava kirine.

Ev di rewşekê da ye ku beriya vêya jî hêzên artêşa Tirkiyê avakirina mezintirîn baregeha hewayî ya navçeyê di rûbereka 300 hezar mitrî li zeviyên Serî Kaniyê destpê kirin.