Kanûn 03, 2019 07:33 Asia/Tehran
  • Di êrîşên topxaneya Tirkiyê ser Şehbayê da 11 zarok hatin kuştin

Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama êrîşên topxaneya Tirkiyê di roja Duşemiyê da ser navçeya Til-Refetê li navçeya Şehbayê, herîkêm 11 zarok hatine kuştinê.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Herîkêm 11 welatiyên sivîl ji wan heşt zarok roja Duşemiyê di encama destdirêjiya topxaneyî ya artêşa Tirkiyê ser bajarê Til Refetê li bakurê rojavaya Sûriyê hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê, Artêşa Tirkiyê derdora diobistanekê li Til Refetê daye ber bombeyan.

Li gorî rapora Euro Newsê, Rêveberê Koma Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê derbarê vê êrîşê got: "Êrîşa topxaneyî li ser nêzikî vê dibistanê di demekê da pêk hat ku zarok ji dibistanê derdiketin."

Rêxistina Heyva Sor a Kurdistana Sûriyê di peyameka Twitterê tevî aşkirakirina pênaseya goriyên vê êrîşê ragihand ku zarokên ku di vê êrîşê da canê xwe ji dest dan, bin 15 salî bûn.

Bajarê Til Refetê di bin kontrola hêzên Kurd ên Sûrî da ye. Ev bajar di hefteyên dawî da bûye qada pevçûnên berbelav navbera hêzên Tirkiyê û hêzên Kurd ên Sûriyê da.