Kanûn 02, 2019 17:22 Asia/Tehran
  • Pevçûna giran li Idlibê:

Li encama pevçûnên giran li Idlibê nêzîkî 70 kes ji hêzên artêşa Sûriyê û hêzên neyar li 24 sietên buhurî hatine kuştin.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, li gorî lêzanînên ku Çavdêrê Mafên Mirovan a Sûriyê li encama  pevçûnên li Idlibê, nêzîkî 70 kes ji hêzên artêşa Sûriyê û hêzên neyar li 24 sietên buhurî hatine kuştin. 

 Li gorî nivîsa KRD News`ê, Ramî Ebdulrehman endamê çavdêrê Mafên MIrovan a  Sûriyê li bara van pevçûnan diyar kir: "36 kes ji hêzên dewleta navendî û 33 kes ji hêzên dijber li encama van pevçûnan da hatine kuştin."

Li gor lêzanînan, hêzên dijberên dewleta navendî piştî ku roja şemiyê çar gund li başûrê Idlibê xistine bin kontrola xwe, li başûrê rojhilata Idlibê êriş kirine ser ser meqerên artêşa dewleta navendî. piştî van êrişan pevçnên giran navbera her du aliyan derketine ku her du aliyan xisarên giran dane.