Kanûn 02, 2019 15:34 Asia/Tehran
  • Şerekî giran di navbera HSD û çeteyên ser bi Enqerê li bakura rojhilata Helebê qewimî

Di navbera HSD û çeteyên ser bi Enqerê de li bakura rojhilata Helebê şerekî giran qewimî.

Ligorî rapora Kanala Rusia Al Yewmê, şerekî giran di navbera HSD û çeteyên ser bi Enqerê li derdora şarê Minbicê li bakura rojhilata Helebê qewimî.

Ew şera li mêhwera gundê Yalşîyê qewimîye. 

Koma nasyar bi Zêrevana Mafên Mirovan a Sûrîyê ku navenda wê li Londonê ye jî ragihand: "HSD baajrokê Eizazê ku di bin kontrola hêzên Tirkîyê û çeteyên ser bi wê da ye dan ber top û rokêtan. "

HSD jî ragihand: "Di 24 sietên buhurî de Artêşa Tirkîyê li gundên Erîşa û Til Mihemed bi piştevaniya balafirên bêfirokevan êrîşî çeperên hêzên me kir û herêm bi dijwarî da ber topan."

Herwiha Artêşa Tirkîyê derdora gundê Qizelî bi awayekî dijwar topbaran kir. Li gundên Kefîfa û Sarûncê jî artêşa Tirkîyê bi armanca berfirehkirina dagirkeriya xwe êriş bir ser çeperên hêzên me û qadên sivîl. Her wiha di encama topbaranê de ziyanên madî gihîştin welatiyên sivîl.

Di şerên li herêma Eyn Îsa de 2 jê serçeteyên koma bi navê Sultan Mûrad, bi giştî 5 çete hatin kuştin û hejmarek ji wan birîndar bûn.

Di encama êrîşên artêşa Tirkîyê de herwiha 3 şervanên HSD canê xwe ji dest dan.