Kanûn 01, 2019 17:56 Asia/Tehran
  • Dewama destwerdana Amerîkayê di karên Sûrîyê de

Wezareta Karên Derve ya Amerkayê di daxûyanîyeke mudaxilekerane de xwest ku atmosfereke guncav jibo lidarxistina hlbijartina azad û dadperwerane li Sûrîyê were pêkanînê.

Morgan Ortêgas Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerkayê di daxûyanîyekê de bi idiaya piştgirîya ji hewildanên NY jibo hêsankirina karên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê, xwest ku xalên din ên biryarnama Civata Ewlehîyê ya NY derbarê Sûrîyê de ji wan azadkirina girtîyan, agirbesa seranserî û pêkanîna atmosfereke guncav jibo lidarxistina hilbijartina dadperwerane û azad bên cihanînê.

Komîteyên Amadekirina Destûra Bingehîn a Sûrîyê hefteya buhurî duyemîn dewra civînên xwe bi armanca pêşdeçûna di warê amadekirina Qanûna Bingehîn de ku basa daxwzza hemî gelê Sûrîyê bike, lidar xistin.

Desteyeke dewleta Sûrîyê bi hin pêşmercan berî meyla jibo hilkolandina wan isûlên destûra bingehîn, tevlî wê civînê bû.

Idiaya Amerîkayê derbarê piştgirîya ji lidarxistina hilbijartina azad û ewleh li Sûrîyê di halekî da ye ku qeyrana Sûrîyê ji sala 2011`ê ve bi êrişa berfire ya komên têrorîst ên ku Amerîka, Erebistanê û hevpeymanên wan piştgirî dan wan, destpê bû.