Mijdar 17, 2019 16:44 Asia/Tehran
  • Dayra Rêvebirîya Bakura Sûrîyê: Tirkîye sîyaseta ramalîna nijadî dimeşîne

Dayra Rêvebirîya Bakura Sûrîyê ragihand: Tirkîye sîyaseta ramalîna nijadî didomîne û niştecihên wê herêmê bi saya çekdaran vediguhêze.

Ligorî rapora Malpera Sibeyê, di daxûyanîya Dayra Rêvebirîya Bakura Sûrîyê de hatîye: Tirkîye bi saya terorîst û çekdarên tundrê ramalîna nijadî himberî Kurdan didomîne û bi hezaran malbatên Kurd ji navçê derxistine.

 Di dewama wê daxûyanîyê de hatîye: Tirkîye ramalîna nijadî û koçberkirina bi darê zorê li dijî pêkhateya ku gellek gorî di rêya têkoşîna dijî têrorîsm û DAIŞ`ê de dane dimeşîne.

Di wê daxûyanîya Dayra Rêvebirîya Bakura Sûrîyê de hatîye ku niştecihên bakur û rojhilata Sûrîyê pêrgî êrişên dirrindane û hovane yên hêzên kirêgirtî û bermayîyên DAIŞ`ê û Cebte ul Nusrê û Artêşa Tirkîyê dibin.

Dayra Rêvebirîya Bakura Sûrîyê herwiha ragihand: Bi hezaran malbatên Kurd di çaçrova sîyaseta Tirkîyê ya guhertina dêmogirafîya wê herêmê de hatine koçberkirinê û malbatên têrorîstên El Nusre û DAIŞ`ê li malên wan hatine bicihkirinê û civaka navnetewî jî himberî vî karê Tirkîyê bêdeng e.

Dayra Rêvebirîya Bakura Sûrîyê daxwazê ji civaka navnetewî û sazîyên mafên mirovan dike ku rê nedin Tirkjîye sîyaseta ramalîna nijadî cih bîne û xelkê resen ê herêmê ji warê wî derxe.

Dayra Rêvebirîya Bakura Sûrîyê di dewama wê daxûyanîyê de Amerîkayê û Rûsya jî ji ber bêdengîya himberî êrişên Tirkîyê û kirêgirtîyan ser xelkê sivîl û çavgirtina ser cinayetên navnetewî û guhertina dêmogirafîya herêmê ji hêla Tirkîyê va dide ber rexneyan û tawanbar dike û daxwazê ji hikûmeta Sûrîyê dike ku digel pêkhateyên bakura Sûrîyê dest bi gotûbêjê bike.