Bişar Esed: Waşîngton petrola Sûriyê didize
Serokomarê Sûriyê tevî şibihandina Amerîkayê bi rêjîma Nazî ya Almanyayê got: Waşîngton petrola Sûriyê didize.
Bişar Esedê serokomarê Sûriyê di gotûbêja digel kanala Russia 24ê da ku roja Pêncşemiyê hat weşandin, her wiha got: Hikûmeta Amerîkayê sîstimek e ku kompanî li ser esasa berjewendiyên xwe wê bi rê ve dibin.
Serokomarê Sûriyê tevî bibîrxistina vê yekê ku petrol ji hegerên êrîşa Almanyaya nazî ser Rûsiyê di şerê duyem ê Cîhanî da bû, got: Roja îro jî Amerîka heman karî dike ku almaniyan di şerê duyem ê cîhanî da kirin.
Esed her wiha derbarê kuştina Cîmzêlla Mijrar damezirînerê brîtanyayî yê Kumsipiyên Sûriyê li Stenbûlê got: Ew jî wekî Ebu Bekir Bexdadî serçeteyê DAIŞê hat kuştin, ji ebr van kesan sirr û nihêniyên girîng hebûn û di eynî demê da rola wan bi dawî hatibû.
Serokomarê Sûriyê mirina serdesteyê Kumsipiyan safîkirineka istixbaratî da zanîn û got: Rêxistinên istixbaratî yên rojavayî û Tirkiyê û hin welatên navçeyê di damezirandin û xurtkirina Kumsipiyan hevkarî kirin. L tevahiya wan di bin fermana Ajansa Agahiyên Navendî ya Amerîkayê (CIA) da bûn.