Mijdar 12, 2019 09:29 Asia/Tehran
  • Hişyariya Rûsyayê ji bo Amerîkayê li warê kontrolkirina meydanên neftê yên Sûriyê

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Amerîkayê ji ber kontrolkirina teşkîlat û meydanên neftê yên Sûriyê, hişyar kir.

Li gor Îtartasê, Lavrov duh êvarê di press konferansekê de ku hevtayê wî yê ermenî Zohrab Minatsakaniyan jî tê de beşdar bû li Êrewanê paytexta Ermenistanê got: Hewla Amerîkayê ji bo kontrolkirina meydanên neftê û destdanîna ser teşkîlatên neftên yên Sûriyê karekî neqanûnî ye.

Wezîrê derve yê Rûsyayê mayîna leşkerên amerîkî li bakura Sûriyê bi mihaneya parstina meydanên neftê yên vî welatî, tê wateya dizîna nefta Sûriyê.

Lavrov herwiha got: Ev karê Amerîkayê ne tenê alîkariya aştî û îstiqrarê li Sûriyê nake, belkî dibe sedema berfirebûna bê ewlehiyê li navçê.