Mijdar 07, 2019 16:19 Asia/Tehran
  • Hêzên ûris li baregeha hevpar a YPG-Amerîkayê li Eyn Îsayê bi cih bûn

Hêzên Artêşa Rûsîyê li baregeha berê ya Amerîkayê li nêzîkî Eyn Îsayê ku bi awayekî hevpar ji hêla Amerîkayê û YPG va dihat bikaranînê, bi cih bûn.

Ligorî rapora televîzyona Akit a Tirkîyê, Hêzên Artêşa Rûsîyê bi 40 maşînên zêrêhpûş, çek, rext û alavên leşkerî li baregeha berê ya Amerîkayê li nêzîkî Eyn Îsayê ku bi awayekî hevpar ji hêla Amerîkayê û YPG va dihat bikaranînê, bi cih bûn. 

Ligorî vê raporê, nika hêzên ûris wê baregehê digel YPG bi awayê hevpar bi kar tînin. 

Şayanî gotinê ye ku mêdyayên Tirkîyê bicihbûna hêzên ûris li wê baregehê û şandina karwanê leşkerî yê Ûrsêtê bo wê baregeha li nêzîkî Eyn Îsayê weke alîkarîya leşekrî ya Moskowê bo YPG dane zanîn.

Derbarê vê yekê de ku hêzên YPG û Ûrsêtê bi hev re li wê baregehê bi cih bûne û dê ewê awayê hevpar bi kar bînin, hê tu nûçeyeke piştrastkirî nehatîye belavkirinê.