Balafirên cengê yên Sûrîye û Ûrsêtê êrişî çeperên têrorîstan li parêzgeha Helebê kirin
Balafirên cengê yên Sûrîye û Ûrsêtê duh di encama opêrasyoneke hevpar de êrişî çeperên têrorîstan li devera Sehare ser bi parêzgeha Helebê kirin.
Di encama wê êrişa balafirên cengê yên Ûrsêt û Sûrîyê de çend meqerên têrorîstan hatin jinavbirinê û bi dehan têrorîst jî hatin kuştinê.
Çavkanîyên sûrî ragihandin ku ew opêrasyona bertekek bû himberî êrişên koma têrorîst a Cebhet ul Nusrê yên bi hawanan ser deverên xelknişîn ên Helebê.
Artêşa Sûrîyê herwiha karî balafireke bêfirokevan a koma têrorîst a Cebhet ul Nusrê li bakura rojavaya Helebê sernixûn bike.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA) jî di encama êrişa bi hawanan a koma têrorîst a Cebhet ul Nusrê ser deverên xelknişîn ên Helebê da kesek hat kuştinê û kesek jî birîndar bû.