Li Kobanîyê bi keviran êrişî hêzên hevpişk ên Tirkiya û Rûsiyayê hat kirin
Mijdar 06, 2019 17:38 Asia/Tehran
Hêzên Rûsiya û Tirkiyê, duh gerreçavdêrîya duyem li bakûra Sûriyayê li nêzîk Kobanîyê encam dan, lê ji alîyê xelkê deverê ve hatin kevirbarankirinê.
Hêzên Rûsiya û Tirkiyê ku duh dest bi gerreçavdêrîya duyem kirin, 7 Kîlometran ji Kobanîyê ve dûr ketin ku niştecihên rojhilata Kobanîyê ew dan ber keviran.
Ew hêzên hevpişik bi dirêjahîya 72Km û bi kûrahîya 5 Km li ser sinûrê Tirkîyê digerîyan.
Xelkê Kobanîyê li ser rêya sereke rawestan û otombêlên wan hêzan dan ber keviran û durişim li dijî Artêşên Tirkîye û Rûsiyayê didan.
Yekem gerreçavdêrîya hêzên Tirkîye û Rûsîyayê jî roja Înîya hefteya buhurî li deverê Dirbêsîyê hat encamdan.