Fermandeyekî pillebilind ê têrorîstên ser bi Enqerê li Serêkanîyê hat kuştinê
Mijdar 06, 2019 17:36 Asia/Tehran
Komên çete û têrorîst ên ser bi Enqerê ragihandin ku fermandeyekî pillebilind ê wan di encama şerekî di navbera wan û YPG li derdora Serêkanîyê hat kuştinê.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Rusia Todayê, komên çekdar ên ser bi Tirkîyê îro ragihandin ku Fermandeyê Koma 257 a bereya rojhilata Serêkanîyê Wezza Tirkî Ebûebdullah di encama şerê di navbera wan koman û YPG li derdora Serêkanîyê de hat kuştinê.
Tirkîyê û komên têrorîst ên ser bi Enqerê ji 9`ê Cotmehê va dest bi êrişa ser deverên Kurdnişîn ên bakura Sûrîyê kirin. Herçend ku ligorî lihevkirina Erdogan û Pûtîn li Soçîyê ku di 22`yê Cotmehê de hat ragihandinê, divîyabû agirbes pêk bê lê, êrişên Artêşa Tikrîyê û têrorîstên ser bi wê ser hêzên Kurd didome.