Mijdar 06, 2019 16:55 Asia/Tehran
  • Têrorîstên ser bi Tirkîyê kalemêrekî Kurd li Efrînê kuştin

Li nahiyeya Cindirêsê ya ser bi herêma Efrînê ve, welatiyekî Kurd bi destê têrorîstên ser bi Enqerê piştî bi tundî hat îşkencekirin, canê xwe ji dest da.

Zêrevana Mafên Mirovan a Sûrîyê ragihand: Welatiyê 73 salî, yê bi navê Silêman Hemko, ji gundê Kênî Korek ê ser bi nahiyeya Cindirêsê ye, piştî ku ji aliyê grûpên çekdar ve hat işkencekirin û birîndarkirin, canê xwe ji dest da.

4 rojan berî niha çend têrorîstên Firqeya Hemzat û Ehrar Şerqiye êrişî mala Silêman Hemko kirin û ew revandin û piştî işkenceyeke giran wî canê xwe ji dest da. 

Silêman Hemko ku çend sietan hatibû işkencekirin, bo nexweşxanê hat veguhestin lê ji ber giranîya işkencê û birînan û herwiha ji ber ku gellek xwîn jê çûbû canê xwe ji dest da.